Söz: Cegerxwîn
Müzik: Yunus Dişkaya
Düzenleme: Yunus Dişkaya
Sözler:
Delale nû gihaye
Li ser min pir biha ye
Evîn her dem weha ye
Ciwanîyê çi kar e?
Divê dil tim bi kil bî
Çavê reş tim bi kul bî
Rûdem ji rengê gul bî
Em dûr kevin ji wara
Şêrîn û gewr û nazin
Ji dil em hev dixwazin
Li nav daran dibazin
Sî daye ser zinara
Dengê avê bilûrê
Ba li pelan dibûre
Em guh didin tilûre
Bilbil qîr û hewara
Êvare çaxê xewê
Kew gihaye mêkewê
Ketme ber sînga ewê
Cihan xweş e bihar e
Ez gihame ji rêva
Dest bezine du sêva
Lêv gihane ser lêva
Wijdan gelek şiyar e
Tîna dilê me germ e
Rû maze ye li ber me
Şev perde ye li ser me
Bextê me nobedar e
Bi devken û bi yarî
Şekir ji dev dibarî
Pir dane min dîyarî
Tiştek nehişt ji para
Bextê me pir spî bû
Dost bi min re kedî bû
Bê şerm û bê fedî bû
Pir pak û payedara
Abone olmak için tıklayın: [ Ссылка ]
Apple Music, Spotify vb. platformlardan dinlemek ve indirmek için: [ Ссылка ]
Graphic design: Siya
ⓅRed Music Digital UG #KürtçeMüzik #MuzikaKurdi #Stran #YunusDişkaya
Yunus Dişkaya - Ciwanîyê Çi Kar E [Official Audio - HD]
Теги
yeni sarkilar 2019hit Şarkılarcan yücelturkish musicSontana RecordsizleAlternatif Müzikofficial audiotürkçe müziksivan perwerred music digitalen yeni şarkılartürkülersiirler 2019dişkayasabahattin ali+müzik +dinleyunusyeni sarkilarkaracaoglan türkülerŞivan PerwerkaracaoglanNe to mani yu ne menciwan hacomusicYunus Dişkayayeni şarkılarHayyamşiirDinya Li Hev HatinexursidCegerxwînCiwanîyê Çi Kar EHD