Lo Welato - Xêro ABBAS - produced by H A K A N A K A Y
Text :Hekim Sefkan
Music : Hekim Sefkan & X.Abbas
Music Producer:H A K A N A K A Y
Lo Welato
Lo welato lo welato lo welato lo welato Lo welato teyê ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Tava havînê bi serde hato li welato Goştê min heland xwina min ziha kir Hestiyê min li ber bayê payizê berdan Cihê min kiriye binê zinaran
Lo welato lo welate lo welato
Teyî ez kirime mîna cixarakê
Li devê qelunkêşa lo welato
Agir berdane salê danzde meh dişewitim Lê dawiya min nehato lo welato
Na na na welato
Ezê kirime mîna newxeşekî
Li nav livîna werkirim sibe heta êvarî
Ji êvarî heta ezraîlê melekê mirinê Ezrailê melekê mirinê mêhvanê mine
Ji min dixwazê canê ciwan
Emire şêrin lê ez li ber xwe didim welato Lê ez li ber xwe didim ax welato
Dikim sekrat dibêjim belkî
Belkî te bibînim welato
Belkî bibînim te welato
Berî mirina xwe lo welato
Lo welato lo welato lo welato
Lo welato teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Tava havînê bi serde hato
Goşte mîn helandin xwina min ziwakirine Hestiyê min li ber bayê payîzê berdan Cihê min kirine binê zinaran lo welato
Lo welato lo welato lo welato
Ещё видео!