Gotin û Mûzîk: SIYA ŞEVÊ
SITÊ
Erê lê dayê, rast e
Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
Dayê ka dolbenda, b’morî li serê te yî
Dayê ka porsima, zêr li ser zêra yî
Dayê ka destê te, her ro li min pêçayî
Dayê ka şirê te, bi dilê te keliyayî
Erê lê dayê
Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye.
Rêhevalên can, li paş xwe nenerîn û çûn
Dostên keda salan, li dor xwe nenerîn û çûn
Bavê ku soza wî giran, soza xwe avêt û çû
Yara çeleng û xweş, nav derewan herikî û çû
Erê lê dayê
Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
Erê lê dayê
Ez dûr im
Ez dûr im, dûr im dûr im
Li binê bîra reş û kûr im
Her der bûye havîn-bihar
Ez li ber bayê kur im
Lê Sitê tu wer neçe
Di şevên bêkes de xewna’m bipêçe
Dibe carek destê te bigrim
Li ber destan hûr û hûr im
Divê êdî hîv negere
Sal negere, roj negere
Tirs li goran li cî negere
Ez hezkiriyê/heziya gorên sar im
Erê lê dayê
Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
📌 Web: [ Ссылка ]
📌 Instagram: [ Ссылка ]
📌 Twitter: [ Ссылка ]
Ещё видео!