Lyrics: Ferîd Xan
Music: Yunus Dişkaya
Producer: Yunus Dişkaya
Lyrics:
Li dûriyê
Li welatekî ku her dikan
ava serxweşan difroşe
Rastî Kurdekî tî têm
Bêwelatbûna xwe difroşe ew jî,
şevan.
Şerab hemû pereyên wî diqedîne
Lê nîvê bêwelatbûna wî jî, jê nabe.
Dibêje, "ê min xapandina hestan e"
Lê nabêje, "ez li ku derê veşêrim
sermiyana dil"
Bêwelatbûn pereyên dilê wî xerc dike
li kolana şerabvexwiran
Parsek, kulmên xwe yên birçî
ji wîjdanê wî têr dikin
Wîjdanê wî bi qasî êşa xwe merd e
Ew, bi qasî hêviya xwe serxweş e
Rûyê wî li dû hêviyên wî dirêj e
û qilêr e
Rûyê wî dirêj e, bi şerabê şil
Rûyê wî dîaspora ye
Lê negihîştina ku ew bigîhîjê
dûr e, dûr e
Hîîîç nayê gotin.
=============================
Listen and buy the album: [ Ссылка ]
Subscribe Yunus Dişkaya on YouTube : [ Ссылка ]
=============================
Twitter: [ Ссылка ]
Instagram: [ Ссылка ]
=============================
Graphic design: Siya
℗ Red Music Digital UG
#YunusDişkaya #FerîdXan #Dûrî #Çîroka #Kûçikên #Birçî #Stran #MuzikaKurdi #kurmanci #stranakurdi #ciwanhaco #cegerxwin #kütçeşarkılar #kürtçemüzik
![](https://s2.save4k.org/pic/YDuZiFMufEc/maxresdefault.jpg)