#AFRIN #ROJA_REŞ
#عفرين #روجا_رش
(Helbest )
Ji xwe dûrim
Ne jiyan li vir heye
ne jî ez li virim
gava ji te bi dûrketim
ne bi dilê min bû
hêna jî bi dilekî dipirpitî
di nava agirê xorbetiyê de mame
bila ez li gundê xwe bama
min serê xwe danîba ser gurzeke pûş
di ber jî
difina min bêhna axa pîroz bikira
bila ew der tirba min ba
hingê ez nedimirim
hingê ez nedimirim
Ещё видео!