Koma Kendal û Cîwan , ,Pesiya Malê
Riya Kobaniyê bi dar e
Siwaran xware, xwar
Qelenê keçika delal
Ser milê min bê bare
Pêşiya malan bi kundire
Şîrîn keçka Xidir e
Por zer e, sor û kesk e
şîrîn û xemla min e
Pêşiya malan bi genime
va paliyan xime xim e
Şîrîn xuşka Ferhat e
Xilxalan xwuşe xwuş e.
Pêşiya malan bi kizin e
Destê Şîrîn da bazine
Qelenê Keçika Ulkiya
Sed û pênce bizin e
Ez diçûme nav malan
Xidir go were malan
Şîrîne baş û rind bû
Xort mane dest hevalan,
Dara gundê me bî ye
Ser çilo binda sî ye
Şîrîn lê rûniştî ye
Didurê kumê sipî ye
Ez duçûme ser daran
Şîrîn hate nav malan
Xwesteka Şîrîna me
Ketiye destê nezanan
Li xendekê li ber çayê
Berf û baranê dayê
Bav û dayika soz dan min
li ser sozê xwe naye
Pêşiya malan bi rê ye
Şîrîn tev tê ra tê ye
Pir çeleng û çav reş bû
Tê bidim milk tinê ye
Peşa malan bi xendek e
Feqîr da destan çek e
Şîrîn diçe serî çiyan
Gotina xidir nak e
Riya Kobaniyê bi Dar e
Helbestvan û Nivîskar, her wiha Dîrokzanê Kurd ê
Deşta Sûrcê û Kobaniyê, û ji bingeha Hoza Berazan/Hoza (Pîjan) (Feqîr Ehmed) e û di salal 1977/4/25an de çêkirî ye, û piştre Hunermend (Aram Tigran) Ev helbest bi dengê xwe gotî ye.
Bi hêvî me, Hunermendên vî zemanî û yên xwe dikin Hunermend !!!! gotinên zêrîn, gotinên dîrokî, gotinên ku bi ked û êmeg hatin e honandin, xerab nekin û pê nelîzin,
Cavkanî: Zerdeşt Hemê, 3/5/2018
Helbesta; Feqîr Ehmed 25/4/1997
Titel Peşiya Male
Künstler Esmer
Album Hevi U Evin
Lizenziert von
Believe Music (im Auftrag von RAK MÜZİK)
Koma Kendal û Cîwan , ,Pesiya Malê
Ещё видео!