BI KOMELEYÊN SEXTE CIVAKÊ DIRIZÎNIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN
Dewleta tirk di şerê li dijî gelê kurd de her dem serî li rê û rêbazên qirêj da. Li gor her bajarekî Kurdistanê polîtîkayeke taybet meşandin û bi van polîtîkayên kirêt, hewl dan encamê bigirin.
Di salên 90’î de bi serkêşiya Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar bi destê JÎTEM’ê li herêmê gelek sûc pêk hatin. Polîtîkaya dewletê ya wê demê bi hemû girîngiya xwe îro bi rêbazên cûda ji aliyê Recep Tayyip Erdogan, Suleyman Soylu û Hakan Fîdan ve di meriyetê de ye.
Vê carê konsepta şer di odeyên tarî yên MÎT’ê de hatiye amadekirin. Li seranserî Kurdistanê bi rêbazê şerê taybet û psîkolojîk hewl tê dayîn ku gelê kurd ji reseniya wê dur bê xistin. Ji bo vê jî li ser ziman, çand û dîroka Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistin dewrê.
Niha MÎT’a tirk li hin bajarên bakurê Kurdistanê bi konseptek cuda tevdigere. Divê em bizanibin ku beriya ev polîtîka têkevin pratîkê Erdogan ji bo herêma Botanê gotibû; ji bo wir planên me yên A û B hene. Piştî vê gotina şefê rejîma faşîst, ligel êrîşên qirkirina fizîkî, êrîşeke bêeman li hemberî civak, nasname, ziman, çand, heta qadên dîrokî hate bi rêve birin.
Rejîma faşîst li bajarên Serhedê jî bi rêya hin komeleyan dixwaze di nava civakê de dubendiyê çêbike. Di van 5 salên dawîn de li Wanê bi rêya vekirina komeleyên sexte yên di bin navê komeleyên eşîran de tevneke qirêj a sîxurtiyê dihone.
Bi rêya van komeleyan li aliyekî dixwaze xwe li herêmê birêxistin bike û di hilbijartinan de encameke baş bi dest bixe, ji aliyê din ve jî bi eşîran hewl dide tevna xwe ya sîxurtiyê xurt bike. Ji bo vê xebatê, despêkê hin peyayên dewletê li ser navê eşîra Brûkî komele danîn. Lê belê eşîra Birûkiya nerazîbûn nîşan da û got; ew me temslî nakin.
Lê ji bo ev projeya qirêj bikeve meriyetê ne girîng e ku tevahiya eşîrê tevlê bibe. Çend kes jî ji eşîrê tev li vê tevna qirêj bibin têra wan dike. Lewma tevî nerazîbûnan jî nesekînin. Wekî gava duyem pêvajoya ‘Federasyona Eşîrên Qedîm’ ev projeya qirêj hat domandin.
Niha jî bi navê Pinyanişî û Mikûrî ku li Wanê bandora wan kêm e, komele hatin avakirin. Komeleyên ku hejmara wan her roj zêde dibe ji aliyê waliyê dagirker ê Wanê ve têne vekirin. Qenala propagandaya reş a dewleta tirk TRT 6 jî van merasîman bi rengekî zindî diweşîne. Ajansa dewletê AA jî bi sernavê "Cejna Eşîran" nûçeyan serwîs dike.
Piraniya van kesên ku îdîa dikin nûnerên eşîra ne, cerdevan in. Dewleta dagirker ji bo vê tevna qirêj li herêmê berfireh bike, bi hevkariya cerdevan û sîxuran dest diavêjin gelek kesan. Eşîrên ku di bin navê komeleyê de serî ji dewletê re tewandine bi rêya îhaleyan fon û rantên mezin bi dest dixin. Bi rêya van kesan dewleta dagirker li herêmê tevna fihûş, tiryak, qaçaxcitî û çetebûyînê ava dike. Bi van kiryarên qirêj civakê ji resenbûna wê dûrdixe û pêşiyê li rizandinê vedike.
__________________________________
Malpera me:
[ Ссылка ]
Rûpelên me yên medyaya dijîtal:
[ Ссылка ]
Weşana me ya zindî li ser malperê:
[ Ссылка ]
Ещё видео!