min ji valahîhiştinan hez kir
ji tevlîheviya xal û bêhnokan
ji keşmekeş û nagihanîyan
niqandina çavan, birqîna birûskan
her yek li binguhê ya din
her tişt bi awayekî û bi aliyekî de.
min li ser her herfê mohra lêvan dît
di her neynokê de himbêzên hesretkêş.
Min ji reqs û dîlanê hez kir
mil bi mil ricifîna peyvan
rêz bi rêz herikîna hevokan
kêferata raz û wateyan
her bi heyret û jiheşçûyî
ti tişt nedihat gotin û nediqediya.
jiyan hestkirinek e, bi peyv û bê peyv
narijê tasekê, nayê vexwarin.
Ещё видео!